Jiber şerê li rojhilata navîn bi sed hezaran penaber koç kirin Tirkîyê û welatên Ewrupa bi taybet ji şerê Sûrîyê gelek penaber hatin tirkîyê.
Jiber şerên navxweyî gelek penaber koçkirin Yekîtîya Ewrupa jiber ku, roj bi roj hejmara penaberan pir dibû Yekîtîya Ewrupa(YE) nikarîbû vê rewşê çavgerî bike, liser vê yekê bi Tirkîyê re girêbesta penaberan îmza kir.
Li gel rexneyan
, girêbesta di navbera Tirkîyê û YE di 4’ê Nîsanê de pêk hat. Li gorî vê girêbestê, penaberên ku, bi rîya neqanûnî li ser Yunan ve derbasî Ewrupa bibûn ji alîyê YE ve ji Tirkîyayê re tên vegerandin.
Li gorî girêbestê, ji her penaberekî Sûrî ku neqanûnî derbasî Ewrupa bibû dê YE jî penaberekî ji Tirkîyê qebûl bike.
Herwiha li gor girêbestê, YE di çarcoveya girêbestê de dê alikarîya aborî jibo penaberên li Tirkîyê bike û heya meha hezîranê, girêbesta ku ‘hemwelatîyên Tirkîye bê viza derbasî Ewropayê bibin dê pêk bê.
Li ser girêbesta di navbera Tirkîyê û YE de ji hêla YE di 4 ê Nîsanê de ji Girava Midilli ya Yunanî 202 kes gihaştin Dikilî ya Îzmir’ê. Ji van penaberan piranî hemwelatîyên Pakistanî bûn û ji Tirkîyê jî komek ji 16 kesan pêk dihat giheştin bajarê Hanover li Almanya.
Koma duyê ku ji penaberên Sûrî pêk tê di demekê nêzde bê şandin.
Fehîm Işik dibêje, li Tirkîyê cihên ku penaber lê tên bi cih kirin wek stratejik hatîye hilbijartin û ev di demek pêş de pirsgirêkan derxîne holê.
Işik di axaftina xwe de anî ziman û got Tirkîye dixwaze demografya bajarên Kurdan biguherîne.
Işik metirsîya xwe anî ziman ku penaber li bajarên ku tên bi cih kirin dikare bibe sedema rewşekê xeter û bibe wek Pakistanê.
Hêjayî gotinê ye ku rexneyên welatekî ne demokrat li Tirkîyê tê kirin û ev jî bi xwe re pirsa Yekîtîya Ewrupa çima rewşa penaberan bi Tirkîyê re girêbest dike derxist holê.
Discussion about this post