Komeleya Piştigiriya Mazlûmanan (Mazlum-Der) piştî qedexeya derketina derve ya li ser Cizîrê raportek amade kir û ragihand ku li wî bajarî, herî kêm 203 kes hatine kuştin.
Heyeta Mazlum-Derê ku ji parêzer, civaknas û derûnînasan pêk dihat, sê rojan li Cizîrê çavdêrîyê kirin û li gor wê çavdêrîyê raportek amade kirin.
Li gor raportê, di navbera 14’ê Kanûnê û 2’yê Adarê li Cizîrê qedexeya derketina derve pêk hat. Piştî vê yekê polîsan û tîmên teybet dest bi êrîşê kir û welatîyan qetil kirin.
Piştî qedexeyê, heyeta Mazlum-Der’ê sê roj çavdêrî kirin û ragihandin ku hejmara kuştîyan 203 kes in, lê dibe ku ev hejmar bigiheje 266’an.
Sazîyên wek Mazlum-Der
, piştî belavkirina raportên xwe, ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi tundî hatin rexne kirin.
Mazlum-Der raporta xwe de bal kişandibû li ser giranîya lêpirsînên edlî û idarî û herwiha eşkere kiribû ku eger bi vî awayî biçe, dê rayedarên wan gilîdar bin.
Discussion about this post